Ji bo guhdarîkirinê:
Zilamê Qalik hat û got:
- Ka min analîz bike.
Min got:
- De here lo.
Got:
- Ez naçim.
Wey law, ev çibû bela serê min. Ezê çima te analîz bikim, hişê te jî heye tu xwe analîz bikî.
Go
- Em mirov neynikên hev in. Tu ez im; ez tu me. Tu min nasbikî, dê rê li ber xwe nasîna te jî vebe.
Di wê nîvê şeva berî deh salan de, rastî wî hatibûm, ew jî mîna me li xwe digeriya. Gelo wê xwe bidîta? Pir mirov, bi hesreta xwe dîtinê serê xwe danîbûn û miribûn.
- Heylo, yê mirî ez bûm.
Em dibên qey em dijîn; lê heger berê me ne li gera hişyarîbûnê be, jixwe em miriyên saxî ne. Lê di vê gerê de jî, pir kemîn li ber rêya me hene. Em li xwe digerin bo em xwe bibînin; lê em xwe bibînin wê çi bibe?
Meriv çiqasî li xwe bigere û hişyar bibe, wê ew qasî xwe nasbike; lê her ku xwe nasbike wê dûrî xwe jî biçe. Ev çawa çêdibe, wekî ev dibe paradoksek, We got çi? Di her nasînekê de, windabûnek jî heye, di her hişyarîbûnê de xewek jî heye. Hişyar dibim ji vê xewê, nêzî xwe dibim.
Her ku hişyarbûn zêde dibe, ji hêlekê meriv xwe bêhtir nasdike û ji hêla din ve jî, meriv dibe biyaniyê xwe. Mîna qalikên xwe biqeşêre, rastî hin qalikên xwe yê din tê. Pirî caran em xwe di qalikê xwe de vedişêrin û naxwazin ji qalikên xwe derên. Min li der û dora xwe pir qalik rêz kiribûn, haya min ji wan qalikan tewlê qet tune bû.
Li ber bayê vê payîzê me li qalikên xwe hay dibim û dixwazim qalikên xwe bêhtirîn biqeşêrim.
Payîz dûrî xwe diçe, wê rengê gerdûnê biguherîne, ezê mîna payîzê jî, qalikên xwe biguherînim. Ezê guhê xwe bel bikim û li çûyîna payîzê guhdarî bikim.
Belkî, bêje qedab bi we bikeve hûn çênabin! Û em jê re bêjin çima?
Wê bêje:
- "Hûn in ewên payîz û zivistanan daran dişewitîn û havînan jî, xwe didin ber siya daran."
Ezê bêjime wê:
- Karê me mirovan ev e, pirî caran nankorî dibe para me û li gorî bejewendiyên xwe em tevdigerin; lê gelo ez, hûn em çawa dikarin xwe ji bejewendiyên xwe paq bikin?
Belkî, em qalikên xwe biguherînin û li xwe bêhtir hişyar bibin, wê çaxê dibe ku em dev ji bejewendiyên xwe jî berdin.
Bejewendî karê mirovên ne ji rêzê ne; bejewendî karê mirovên ku hay û bayê wan ji wan tune ne.
Her ku tu li xwe hişyar bibî, wê hêla te yî anîmîzmê kûrtir bibe, tuyê bêhtir bidî dû xwe.
Tuyê xwe nasbikî, tuyê gerdûnê nasbikî, tuyê bi her hawayî xwe nasbike, tuyê hêlên xwe yên tarî bidî ber kêran û wê qalikek te yê din bişkê, tuyê berê xwe bidî qalikek xwe yê din. Tuyê dûrî xwe biçî, tuyê nêzî xwe bibî, tuyê bibî yekî din.
Min digot, çima ev metafora qalikê hat û go li ser min binivîsî?
Difikirim. Bi wir de çûm, bi vir de hatim. Hişê min çû ser romana Asli Erdogan.*
Min ev roman bi zimanê tirkî xwendibû. Nav "Kabûk Adam" bû, yanî “Zilamê Qalik”.
Li zemanê min ê zanîngehê bûbûm mêvanê hevalekî xwe, şev nîvê şevê bû. Di nava sohbetê de, ez matmayî mabûm.
Hevalê min digot, ezê xwe bikujim.
Min gotibû, eman zeman tuyê çawa xwe bikujî, were ser hişê xwe. Lê wê çaxê zêde hay nebûbûm ku li xwe digere.
Wê şevê min got, ka biçe razê, sibê ezê diyariyekê bidime te.
Bûbû sibeh, min dolaba wî ya cilan vekiribû û cilek wî ya xweşik li xwe kiribû:
- Jiyana komînal e ev heval.
- Erê erê jiyana komînal.
Em keniyabûn, bûbû êvar li cafeyê me hev ditibû. Min pirtûk danîbû ser maseyê:
- Vê pirtûkê bixwîne.
- Asli Erdoğan, Kabuk Adam
Qehweya me li ber me, wê çaxê xwîna me germ bû, em li xwe digeriyan, me dixwest em qalikên xwe bişkînin. Ji ber vê bû, kêfa min pir ji romanê re hatibû, min diyarî hevalê xwe kiribû.
Di navberê de du, sê roj çûbûn:-
Law mêrdîniyo, ez spas dikim, ev çi pirtûka heyat bû.
Di nava rojê de belkî sê caran geriyabû û spasiya xwe kiribû.
Piştî xwendina vê romanê nema qala întixarê kiribû, paşê di vê mehê de mîna romana Franz Kafka, ez sibehekê ji mala birayê xwe derketibûm çûbûm zanîngehê; lê ez hatibûm girtin. Di zindanê de min biryara xwe dabû, ezê ji Asli Erdogan re nameyekê bişînim. Nameya xwe, min nivîsandibû û şandibû navnîşana rojnameya Ozgur Gundemê.**
Lê nizanim ew name gihîşt ber destê wê an negihîşt… Belkî, yekî wê nasdike, vê nivîsê bixwîne û jê re qal bike; lê ev ew qasî ne muhîm e. A muhîm, ew nameya hevalê min e, nameyeke wî hatibû û qala dîroka mirovatiyê dikir. Diyar dibû, ne ezê berê bû. Her ku aciz dibûm û çavên min li hêviyê digeriya min nameya wî dixwend.
Payîz derbas bûbû, zivistan derbas bûbû, di havinê de ez derketibûm. Li mala birayê min rê û rêwanî tune bû. Hemû odeyên wan, ser balqona wan tijî heval bûbûn. Çavê min li wî hevalê ku digot, ezê xwe bikujim digeriya. Min di wê qelebalixiyê lê ne pirsîbû.
Piştî çûbûm Mêrdînê, ez lê geriyabûm. Li Amedê bû, ez û xwarzî û xwehên xwe çûbûn Amedê.
Me li Amedê hev dîtibû, hatibû em derketibûn ser Sûrên Amedê. Wê çaxê, ji min re qala tiştekî nekiribû.
Lê gava vegeriyabûm zanîngehê, min dît wa ye tê; lê ew çi hal bû? Di wê kêliyê de, min got qey lehengê romana “Kabuk Adam” e, li cem min e. Di lingê wî de sol tune bû, bi lingê pêxwas hatibû cem min. Herkesî lê dinêrî û pê dikeniyan. Li gorî wan dînek bû û hatibû; lê ez kelecanî bûbûm.
Mêrik pirtûk nexwendibû, ji dil û can jiyabû:
- Min ew roman du caran xwend, paşê min dît ku li Kurdistanê şerê bajaran heye. Psîkolojiya min cardin xera dibû. Ez çûm min çadirek erzan kirî.
Êdî bûbûm gerokek pêxwas, çadira min li ser pişta min û bi otostopê bajar bajar digeriyam.
Li daristanan çadira xwe vedikir, li ber çeman çadira xwe vedikir. Li qalikên xwe digeriya, her ku qalikek xwe didît, dibû biyaniyê qalikê xwe yê din.
Her ku me hevdidît qala serpêhatiyên gerokiya xwe dikir, digot di nîvê şevekê de ez ji çadira xwe derketim, min xwe wekî pelekê hîs dikir û bi darê ve hildikişiyam.
Wî qalikên xwe dişkenandin û nêzî xwe dibû; lê di çavên civakê de bûbû dînek.
Gava ez pê re digeriyam hevalê min ê xanî digot, “Ev tu çawa bi vî ya re digerî?” Ez pê re digeriyam, qala xwe û gera xwe dikir.
Ger; despêka şikestina qalikan bû. Anha nizanim bê li qalika xwe ya çenda hay dibim û dixwazim wê jî bişkînim, nêzî xwe bibim; biguherim. Bibim xwe, wî mirovê ku xwe aciz dikir bêhtir têk bibim, bi her awayî xwe nasbikim. Xwe bi hêlên xwe yên erenî û bi hêlên xwe yên neyînî qebûl bikim.
Gava ez tenê, xwe bi hêlên xwe yên erenî binepixînim, ezê nebim mirovek li xwe hişyarbûyî.
Ez im Zilamê Qalik, ji romana Asli Erdogan pekiyam û hatim, pirseke min heye.
Gelo tu xwe bi her hawayî qebûl dikî? Te kengî da dû qalikên xwe û te go, ezê bi ser qalikên xwe ve biçim?
Di wê çaxa şerê bajaran de, di nava çar dîwaran de bûm, min belkî wê çaxê nû xwe bi wêrekî didarizand, hevalê min jî, piştî ew romana hanê xwendibû di bin tesîrê de pir mabû û xwe pêxwas kiribû. Ez û wî û hevalek din li Mêrsînê digeriyan. Dihatin jê dipirsîn:
- Ev tu çima pêxwas digerî?
Me li wan dinêrî û em dikeniyan. Em çûbûn li cafeyê rûniştibûn, wê çaxê min û hevalekî xwe yê ku aniha li Belçiqayê di Stêrk TV de dixebite, me yê fanzînek derxista. Ji bo wê min pirsên xwe amadekiribûn û ji Zilamê Qalik pirsîbûn.
Piştî roportajê, ez li xwe hay bûbûm. Li zarokatiya xwe vegeriyabûm.
Hema pêxwas digeriyam, min sol an şimika xwe davêt navê û pêxwas digeriyam. Pêxwasî azadî bû, protestoyek pasîf bû li hemberî civakê. Kengî min pêl têtîkê - camê kiribû û xwîn ji lingê min pijiqîbû. Di zarokatiya xwe de, êdî nema pêxwas geriyabûm; lê gava mezin bûbûm pirî caran diçûm ser rêya xam û bi lingê pêxwas min pêl axê dikir û dimeşiyam.
Erê, çîroka Zilamê Qalik didome.
* Kabuk Adam / Asli Erdogan / Roman / Weşanên Everest
** Ozgur Gundem rojanemeyek kurdan bû, li Tirkiyeyê bi tirkî derdiket


